MAMOSTE SERHAT - DELALÊ

Delalê tû şêrîn, nazik xweşikî
Dema wî kirasê dirêj xwe dikî
Ber mala me de, tû meşî buhurî
Dil da dûv te, akil nema çû j'serî

Delalê tû şêrîn, nazik xweşikî
Dema wî kirasê dirêj xwe dikî
Ber mala me de, tû meşî buhurî
Dil da dûv te, akil nema çû j'serî

Ez û te cîranê hev in l'vê taxê
Rêyên te de gula raxim bê erê
Mîna Mem û Zîn eşka me deng vedê
Were wî dildarê xwe neke zorê

Ez û te cîranê hev in l'vê taxê
Rêyên te de gula raxim bê erê
Mîna Mem û Zîn eşka me deng vedê
Were wî dildarê xwe neke zorê

Rêya mala xwe bide me cîranê
Dayika xwe rêkim mala we j'bo xêrê
Bawer bike emrê çûyî poşman bê
Tû ye bibê sulatana tac li serî

Rêya mala xwe bide me cîranê
Dayika xwe rêkim mala we j'bo xêrê
Bawer bike emrê çûyî poşman bê
Tû ye bibê sulatana tac li serî

Şahîya dil em bihevra bibînin
Dilê te ji bo tiştên pûç naşkînim
Ji bo em tim bextewar bin soz didim
Gihiştina te ji Rebê jor dixwazim

Şahîya dil em bihevra bibînin
Dilê te ji bo tiştên pûç naşkînim
Ji bo em tim bextewar bin soz didim
Gihiştina te ji Rebê jor dixwazim



Credits
Writer(s): Serhat Aybas
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link