Derdê Te

Yaram ji derdê te ez kûr dinalim
Bê hêvî ma me, ez gelek bê hal im
Yaram ji derdê te ez kûr dinalim
Bê hêvî ma me, ez gelek bê hal im

Çima te hêlam keçkê hey zalim
Xortek ciwan bûm, niha ez kal im
Çima te hêlam keçkê hey zalim
Xortek ciwan bûm, niha ez kal im

Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bê war û mal im
Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bê war û malim

Derdê evîna te gelek giran e
Ji dûriya te min dil tijî jan e
Derdê evîna te gelek giran e
Ji dûriya te min dil tijî jan e

Te bi tenê hiştim, kengê wijdan e?!
Evîn ne weha çûn û hêlan e
Vegere canam, evîn jiyan e
Jîna bê evîn, mirin û neman e

Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bê war û mal im
Piştî te canê, ez bê heval im
Bi çolan ketim, bê war û mal im



Credits
Writer(s): Samî Ergoşî, Zakaria Abdulla
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link