Ya Ere Ya Na

Wê fîstana sor dîsa li xwe ke
Xwe bixemlîne
Porê xwe şeh ke
Li siya wî darê ez li benda te me
Direng nemîne direng nemîne
Sebra min tu ne direng nemîne

Kî çi dibêje ne xema min e
Dev jê ber nadim min dil daye te
Mizgîna min bide bêje ya te me
Rûyim kenîne bêje ya te me
Rûyim kenîne bêje ya te me

Ji min bêjerê ji keyfan bifirim
Sîng û berê te bibe hêlîna min
Ji min bêjerê ji keyfan bifirim
Sîng û berê te bibe hêlîna min

Ya jî bêje a ya jî bizanim
Ya bêje erê ya jî bêje ne
Ya bêje erê ya jî bêje ne
Ya bêje erê ya jî bêje ne
Ya bêje erê ya jî bêje ne



Credits
Writer(s): Mehmet 2 Atli
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link