Pire

Di nav du cendirmên tirkan
Di nav du cendirmên tirkan
Dibirin pîrekî kurdan
Sûçê pîrê dayika şêra
Sûçê pîrê dayika şêra
Çima şêrê xwe li çiya

Birin pîrê ji gund dûr xistin
Hovîtiya xwe li darxistin
Cilê pîrê tev qetandin
Porê sipî hilkişandin
Ay hawar hawar hawar hawar

Pîrê digo hawar hawar
Pîrê digo hawar hawar
Van bê bavan canê me xwar
Pîrê digo hawar hawar
Pîrê di got hawar hawar
Van kedxwaran canê me xwar

Pîrê kûr kûr dinaliya
Pîrê kûr kûr dinaliya
Rondik ji çavan dibariya
Cerg û dil li pîrê helîya
Cerg û dil li pîrê helîya
Çavê xwe gerand li çîya

Pîrê got lawo bi heyran
Ev dujminê mîna hovan
Berxwe bidin wekî şêran
Me xelas kin ji van halan
Ay hawar hawar hawar hawar

Pîrê sed tiv li jînê anî
Pîrê sed tiv li jînê anî
Got ev însanetî kanî
Pîrê sed tiv li dinê anî
Pîrê sed tiv li dinê anî
Got ev însanetî kanî
Got ev însanetî kanî
Got ev însanetî kanî



Credits
Writer(s): Dp, Veli Yasar
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link