Be Zeman Be Ziman

Guliyên dara dilşikest in, birîndar in, wey, birîndar in, wey
Ev heft sal e li benda te mam, ne dildar im, wey, ne dildar im, wey
Hemû bajar xew ve çû, ez hişyar im
Dîyar dîyar geriyam, dîsa di hepsa te de mam, di hepsa te da mam

Ezman şîn e, dinya min tarî

Rûyê min bi ken e, dilê min bi girî

Dem bihurî, dinya guherî
Ez di cî da mam, ez di cî da mam

Xwazî tu ji xwe ra dilşa bûyî, lê ez poşman im, wey, ez poşman im, wey
Nizanim li ku me, bê zeman û bê ziman im, bê ziman im
Li dûr de jî li welat jî ez biyan im
Stran stran naliyam dîsa, bi êşa xwe ve mam, bi êşa xwe ve mam

Dinya xweş e lê bî min na

Bihar hatiye, ji bo min na

Min dil da te, min rû da te
Çima bi tenê mam, dîsa bi tenê mam?



Credits
Writer(s): Mehmet 2 Atli
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link