Daye (Rojek Te) / Anne (Gün Gelecek)

Dayê delala minê
Hela bêje çawanî?
Destên bavo maç dikim
Silav ji bo xwişk û bira

Dayê dûr bûn dijwar e
Doza welat ji bîr nakim
Dil dixwaze vegere
Çi bikim nikarim

Kurê min bese vegere
Kurê min bese vegere

Çavên me li rê qetiya
Ez pîr bûme bavê te kal
Tirş û tahl e ji bo me jîyan
Kurê min bese vegere
Li benda te me

Ez pîr bûme bavê te kal
Tirş û tahle ji bo me jîyan
Kurê min bese vegere
Li benda te me

Ez heyran lê lê, ez qurban dayê rojek tê
Ez heyran lê lê, ez qurban dayê rojek tê

Bê xem bê şer, welat azad, rojek tê
Bê xem bê şer, welat azad, rojek tê
Rojek ronahî, rojek dilşahî rojek tê
Rojek ronahî, rojek dilşahî rojek tê

Bê xem bê şer, welat azad, rojek tê
Bê xem bê şer, welat azad, rojek tê
Rojek tê
Rojek tê



Credits
Writer(s): Nizamettin Ariç
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link