Dibînim

Hey welato
Ez her dibînim li vî welatî
Diçim dinya xwe ez bi gez
Ho bira bira derdên min giran in
Ho heval heval derdên min giran in

Wan dijminan em dane ber xwe
Wek şivanê xwediyên pez
Wana danîn li vî welatî
Xwe didîtin xwediyê rez

Ho bira bira derdên min giran in
Ho heval heval derdên min giran in

Lê belê zingezinga zingilê min
Va ye dîsa deng veda
Dengê doza welatê min
Dinya girt û berneda

Nîşana yekbûna me ye
Newroza Kurdên keleş
Bi yekbûna van guleyan
Ev bihara xweş û geş
Belê, ev bihara xweş û geş



Credits
Writer(s): Ciwan Haco
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link