Ji te dûr

Ronahî da rûyê te
Ew çax ev dilê min bû yê te
Bi baskê xwe hisîyam û firîyam
Bi bayê evînê

Ka were rûnê li ba min
Ez te dagirime çavê xwe
Û bêjim çi hate serê min
Ji te dûr ji te dûr

Sor ne sor e
Asîman ne asîman e
Ji te dûr jîyan wek televîzyona reş û sipî ye

Zer zer e
Roj ne roj e
Ji te dûr jîyan wek televîzyona reş û sipî ye

Kevokek hat li ber pacam danî
Li min nêrî û ji min re kenî
Go bêhna xwe fireh ke dinya ha ye
Rojeke bi ken yeke bi girî

Xew nedikete van çavan
Li rûyê te digerîyam hemû gava
Çi barek hilgirt vî kurê bava
Xweda zane



Credits
Writer(s): Veysî Demîr
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link