Lanîkem (pop versîyon)

Bîranînên te tenêtiya min diêşînin
Bela xwe ji min venakin, min dadgeh dikin
Ez mehkûmekî bêdeng û bê tawan im
Tu tiştek nemaye ji bo şikayîtê, ez bi bin ketim

Herî kêm di gumanekê da
Di nava mij û dumanekê da, min bibîne

Herî kêm di nava stranekê da
Di giryana romanekê da, min bixwîne

Pencereyeke daxistî
Çi heye ji bo vegotinê

Bajarekî bêy te bajarekî bêy te
Çi têda heye ji bo vemanê
Bajarê bêy te bajarê bêy te

Çolistaneke wêran e
Ya hebû û nebû
Bi çûna xwe, te bi xwe ra biriye

Herî kêm di gumanekê da
Di nava mij û dumanekê da, min bibîne
Herî kêm di nava stranekê da
Di giryana romanekê da, min
Bixwîne



Credits
Writer(s): Mesûd Fethî
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link