Nasîn

Carinan dibim çirûsk
Çîk didim li tayê findeke kin yan dirêj
Kin yan dirêj
Har dibim, dibim agir
Dişewitim li nav deviyên gundekî
Mezin dibim difetisim ji dûyê xwe
Li dû te, ji dûyê xwe

Carinan dibim dilopek av
Xwar dibim j'çavên zarokek bênav
Yên biçûk bênav
Gir dibim, dibim rûbar
Diherikim j'nav gelî û çiyayan
Carinan germ im carinan sar
Carinan germ im carinan sar

Kulmeke xwelî me
Carna dibim hêlîn ji bo çivîkek
An ji bo toveke genim
Carinan d'destê rênçberekî bêwar de dibim herî
Dişo naşo dibim rêç li nav kevloşkên wî

Bayek im j'şikeftekî tarî û sar dertêm
Digevizim l'der dora xwe, l'der dora te
Û hêz digrim j'qontarên çiyayan dibim bager
Xweliyê radikim l'asîmanan
Nêzîkê geliyên xwe dibim dîsa
Xwe digihînim rûbara xwe, rûbara xwe
Rûbara xwe, rûbara xwe



Credits
Writer(s): Erdal Med
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link