Melankolî

Diricifim l'ber tavê
Dikelim l'bin berfê
Ez hê jî dikevim
Lê nagihêm erdê

Dişewitim l'bin siyê
Difetisim l'ber bayê
Ez hê jî dikevim
Lê nagihêm erdê

Baran barî, şilî ye
Tav lênexist, keskesor reş û spî...
Ka tîrêjên rojê?
Hê jî sitranên ewrên reş distirêm
Ne tenê laşê min, dengê min jî diqermiçe
Li ber ziyaretê hêlekaneke bê bend im
Dihejim, gunehên xwe diweşînim
Li ber ziyaretê hêlekaneke bê bend im
Dihejim, gunehên xwe diweşînim

Diricifim l'ber tavê
Dikelim l'bin berfê
Ez hê jî dikevim
Lê nagihêm erdê

Dişewitim l'bin siyê
Difetisim l'ber bayê
Ez hê jî dikevim
Lê nagihêm erdê

Diricifim l'ber tavê
Dikelim l'bin berfê
Ez hê jî dikevim
Lê nagihêm erdê

Dişewitim l'bin siyê
Difetisim l'ber bayê
Hê jî dikevim
Lê nagihêm erdê



Credits
Writer(s): Erdal Med
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link