Tu Bi Xêr Hatî

Bazdam, bazdam
Sekin bi canê min neket
Hûr hûr girîyam
Tu deng ji min derneket

Geh li vî alî, geh li wî alî
Geriyam çi hacet?

Tu bi xêr hatî
Li ser gul û nûra
Me li hev pirsî
Bi hewes û sewda
Xewn û xiyal
Bi bext û miraza
Li hev ramûsa
Dinya geş bû dîsa

Min go', lebê û Belê, ez qayîl im
Ez ê xwe nexapînim

Bela xwe ji min vekin
Danaqurtînim wî bizmarî
Şêniya dilê'm venemirînin
Natewînim serî li ber kesî

Herkes bi heq e
Halê'm teq û req e
Rojek aramî
Rojek xirecir e

Xwe li erdê de, xwe li eksê de
Kê zora kê dibe

Tu bi xêr hatî
Li ser gul û nûra
Me li hev pirsî
Bi hewes û sewda
Xewn û xiyal
Bi bext û miraza
Li hev ramûsa
Dinya geş bû dîsa

Min go', lebê û belê, ez qayîl im
Ez ê xwe nexapînim

Bela xwe ji min vekin
Danaqurtînim wî bizmarî
Şêniya dilê'm venemirînin
Natewînim serî li ber kesî

Tu bi xêr hatî
Li ser gul û nûra
Me li hev pirsî
Bi hewes û sewda
Xewn û xiyal
Bi bext û miraza
Li hev ramûsa
Dinya geş bû dîsa



Credits
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link