Ez Li Vir im

Tu çûyî, venegeriyayî
Ez yek bûm, ne pir bûm
Te dilê min kir hezar

Şerabeka erzan, çixareka dawî
Wek' ku erd dizivire bi temamî
Şîreta kesî bi kêrî tiştekî nayê

Şerabeka erzan, çixareka dawî
Wek' ku erd dizivire bi temamî
Şîreta kesî bi kêrî tiştekî nayê

Tu çûyî, venegerîyayî
Bi çavên şil, meyila dilî
Dîsa behsa te dikim

Pirsên bêbersiv, ên herî xerab in
Ez ji ku dizanim wê çawa çisa bin?
Erê, dinya fire ye lê keysa min lê nayê

Pirsên bêbersiv, ên herî xerab in
Ez ji ku dizanim wê çawa çisa bin?
Erê, dinya fire ye lê keysa min lê nayê

Zehmet e daxwaz, miraz
Naçe serî her gav, ez im nezan
Nabînim ji nişka ve nîyeta dilan
Wenda dibim wek' xewnan

Her çiqas bitirsim jî ez li vir im
Tarî ye, parîkî li ronîyê digerim
Ji bo dilê hinekan aram bikim
Ez ê bi xatirê kesî nesekinim

Her çiqas xelet bim jî ez li vir im
Bi tenê ji xwe û evînê bawer im
Ez ne ew kes im ku hûn difikirin
Jîyan qedîfe ye, ez jî gula li ser im

Tu çûyî venegeriyayî
Ez yek bûm, ne pir bûm
Te dilê min kir hezar

Şerabeka erzan, çixareka dawî
Wek' ku erd dizivire bi temamî
Şîreta kesî bi kêrî tiştekî nayê

Pirsên bêbersiv, ên herî xerab in
Ez ji ku dizanim wê çawa çisa bin?
Erê, dinya fire ye lê keysa min lê nayê

Navêm tiştekî dinê
Wê kî ji me heq ji tirsa xwe derê?
Nizanim dilê kî şa, kî şikestî
Ji çîroka nîvcomayî

Her çiqas bitirsim jî ez li vir im
Tarî ye, parîkî li ronîyê digerim
Ji bo dilê hinekan aram bikim
Ez ê bi xatirê kesî nesekinim

Her çiqas xelet bim jî ez li vir im
Bi tenê ji xwe û evînê bawer im
Ez ne ew kes im ku hûn difikirin
Jîyan qedîfe ye, ez jî gula li ser im

Her çiqas bitirsim jî ez li vir im
Tarî ye, parîkî li ronîyê digerim
Ji bo dilê hinekan aram bikim
Ez ê bi xatirê kesî nesekinim

Her çiqas xelet bim jî ez li vir im
Bi tenê ji xwe û evînê bawer im
Ez ne ew kes im ku hûn difikirin
Jîyan qedîfe ye, ez jî gula li ser im



Credits
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link