Çima

Êdî bê nasnameye evîn,
Digirî li paş çiyayên min
Kujereke bêrûye hêvî
Dikuje Hertiştên min
Kujereke bêrûye hêvî
Dikuje Hertiştên min
Kenên derew,
Awirên vala,
Girtiye havîrdora min.
Hertişt çûye,
Tişt nemaye
Pirsek dijwar di destê min.
Çima?

Mîna xencerek tûje dem,
Dibire xeyalên min.
Xwekujiyek bêsedem, bê wext
Hatiye ber deriyê min.
Kenên derew,
Awirên vala,
Girtiye havîrdora min.
Hertişt çûye,
Tişt nemaye
Pirsek dijwar di destê min.
Çima?
Kenên derew,
Awirên vala,
Girtiye havîrdora min.
Hertişt çûye,
Tişt nemaye
Pirsek dijwar di destê min.
Çima?
Wisaye ev jiyan...
Çima?
Wisaye ev jiyan...
Çima?



Credits
Writer(s): Jan Arslan
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link