Janya

Maran jî ji kom û refên xwe,
Ez aforoz dikirim.
Bi qasî yezdanekî bêqûl,
Tenê dimam.
Bi îskeîskeke zengarî
Mîna guran
Tim dizûrrîyam
Ji xewnên bêxwedî xeyidîme
Pekiyame û hatime Janya
Hilnayêm Janya
Hilnayêm porkurrê
Di tirban de hilnayêm ha!!
Dengê min diêşe
Min dilê xwe rehet nekir
Li qîrrîniya navê te
Çirreke şiîr didoşim
Ji ewrên spîboz
Ji bo çivîkên çavên te



Credits
Writer(s): Jan Arslan, Renas Jiyan
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link