Dereng E

Bextewarî dûr e, dûr e, dûr e
Bextewarî dûr e, dûr e, dûr e
Lê bicoş û peroş e, bicoş û peroş e
Lê bicoş û peroş e, lê bicoş û peroş e

Piştî xewneke sosret
Xewneke sosret
Çavekî vekirî, yek jî girtî
Xwe dide ber eynikê, li xwe dike kincan
Şeh dike poran, gulî ber dide ser milan
Sor dike lêvan, kil dike çavan
Dixwaze bikeve mitfaxê, lê patron li bendê ye

Dereng e...

Û li xwe dike şekalan
Ma koka poxaçe
Sîmîd û penêrê sêgoşe hatîye
Di otopêzê de sîmîd wêran be
Penêrê sêgoşe wêran be, zilm e
Loma, li rawestgehê poxaçe di dest de
Ji ber ku poxaçe rehetî ye

Dereng e...

Poxaçe di dest de, di otopêzê de
Poxaçe di dest de, di metrobusê de
Poxaçe di dest de, di vaporê de
Poxaçe di dest de, di metroyê de
Poxaçe di dest de, di tramwayê de
Poxaçe di dest de, di funîkulerê de...

Dereng e...



Credits
Writer(s): Ercan Bingöl
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link