Hevrazê Veqetinê

Gelo ev hevrazê veqetinê ye
Ku bi tirs hildikişim
Bi her gavekê lampeyeke gund vedimire
Bi her gavekê şîn li malekê dikeve

Şeveke reş e
Ji kabûsên zarokatîya xwe nas dikim
Lê ez sîya xwe dibînim
Ku ji min cihê dibe

Gava ku digihîjim ser gir
Janeke biyanî bi min digire
Ditirsim, nikarim li paş xwe binihêrim
Ji nişkê ve an jî hêdîka

Qêrînên evîndarên xwe dibihîsim
Di singê min re tên xencerkirin
Diterpilim bi tevî mirovên ku nas dikim
Û nû tê derdixim ez ji hevrazê veqetinê hilkişîyame



Credits
Writer(s): Ercan Bingöl, Memê Mala Hine
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link