Dîclokê Xewn E

Baran li porên te
Baran li ewirên çavên te
Baran li bejna te
Bibarya îşev

Baran li evîna te
Baran li hêviya te
Baran li bejna te
Bibarya îşev

Ez çiqas binivîsînim
Biqîrim, binalim
Tu tune yî li ba min

Ez çiqas binivîsînim
Biqîrim, binalim
Te ji min standin

Ez çiqas binivîsînim
Biqîrim, binalim
Te ji te standin

Ez çiqas binivîsînim
Biqîrim, binalim
Tu çûyî, rûkena min

Dilê min reş
Ji zalim re dojeh sor
Hêvîyên te spî
Barana bihiştê li te bibariya
Keçê Dîclokê, îşev...



Credits
Writer(s): Veysel Demir
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link