Bêdil Hiştim

Dilber dixwaze vî canê min bistîne
Dilê min dibe û qet ji bo wê xem nîne
Min dihêle naxwaze qet min bibîne
Xwedê sed hawar giran e ev birîne

Min jê hez kir û carek nehate rayê
Min qet jê nedî ji xeyrî derd û tayê
Carna min dixapîne dibê, Têm
Nayê

Umrê min weha çû pê re ketim belayê

Eman, eman, yar eman, eman
Eman, eman, yar eman, eman, ax!
(Eman, eman, yar eman, eman)
(Tu çûyî, ez mam bo kul û xeman)

Çi xwest min dayê, min carek nego
Na, na
Serdara dil wekî mîra, wekî xana
Li bendê mam û xapandim wek nezana
Emrê min hemû bir mam bo derd û jana

Hevalno destêm bigrin birîn giran e
Ma kî wek min derdê evînê dizane?
Dilberam çû ma bo çi ye ev jiyane?
Kî wekî min dil melûl û bê xwedan e?

Eman, eman, yar eman, eman
Dlo eman, yar eman, ax!
(Eman, eman, yar eman, eman)
(Tu çûyî, ez mam bo kul û xeman)
(Eman, eman, yar eman, eman)
(Tu çûyî, ez mam bo kul û xeman)
(Eman, eman, yar eman, eman)
(Tu çûyî, ez mam bo kul û xeman)



Credits
Writer(s): Zakaria Abdulla
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link