Were Saqî

Emşew bê yarim saqî bom têke
Dill birîndarim saqî bom têke
Emşew bê yarim saqî bom têke
Dill birîndarim saqî bom têke

Sarêj ke zamim, êş û azarim
Bige hawarim, saqî bom têke
Ah, sarêj ke zamim, êş û azarim
Bige hawarim, saqî bom têke

Ax, saqî giyanim ax û nallîne
Saqî satê bêzarim lem jîne
(Saqî giyanim ax û nallîne)
(Saqî satê bêzarm) lem jîne

Bom têke saqî lew bade ciwane
Ba bîxomewe derdim girane
Bom têke saqî lew bade ciwane
Ba bîxomewe derdim girane

Dillim zor tenge û gelêk xembarim
Emşew bêdarim saqî bom têke
Ah, dillim zor tenge û gelê xembarim
Emşew bêdarim saqî bom têke

Ax, saqî giyanim ax û nallîne
Saqî satê bêzarim lem jîne
(Saqî giyanim ax û nallîne)
(Saqî satê bêzarim) lem jîne

Jiyanim talle û bade dermane
Çarey derdî min lay to asane
Jiyanim talle û bade dermane
Çarey derdî min lay to asane

Be badey rengîn bike tîmarim
Gelêk bêzarim saqî bom têke
Ax, be badey rengîn bike tîmarim
Gelêk bêzarm saqî bom têke

Ax, saqî giyanim ax û nallîne
Saqî satê bêzarim lem jîne
(Saqî giyanim) ax û nallîne
(Saqî satê bêzarim) lem jîne



Credits
Writer(s): Cebar Hebîb, Zakaria Abdulla
Lyrics powered by www.musixmatch.com

Link